Hevseroka Civata Sûriya Demokrat Îlham Ehmed di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka digel rejîma Sûriyê, naxwazin bijardeya serbazî bikar bînin, lê dixwazin bi danûstandinan hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Îlham Ehmed got jî, samanên siruştî mulkê hemû xelkê Sûriyê ye, û danûstandin ji bo birêvebirina bendava Tebqayê, di navbera rejîma Sûriyê û berpirsên Civata Sivîl a Tebqayê de hene.