Îlham Ehmedê sedama bipaşxistina hilbijartinan eşkere kir: Daxwazeke milî bû

.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku bipaşxistina hilbijartinên şaredariyan ên li Rojavayê Kurdistanê ji ber daxwazeke milî bû.

11 Hezîranê dê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hilbijartinên şaredariyan bihata lidarxistin.

Lê ew hilbijartin hat bipaşxistin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku ji ber daxwazeke milî û sedemên ewlehiyê hilbijartin hatin bipaşxistin.

Îlham Ehmedê herwiha red kir ku pirsa bipaşxistina hilbijartinan girêdayî  guşarên Tirkiyeyê be.

Bi gotina Îlham Ehmedê tevî di biryara navdewletî ya 2254an de behsa wan hilbijartinan hatiye kirin.

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.

Li gorî biryara nû, hilbijartin dê Tebaxa 2024an werin kirin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye