Îlhan Kizilhan: Li Kurdistanê hizra xwekuştinê gelekî zêde bûye

.

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan da zanîn ku li herêma Dihokê û Başûrê Kurdistanê van demên dawiyê hizra xwekuştinê gelekî zêde bûye.

Konferansa Navneteweyî ya 4 an a Dihokê bi dirûşma “Derûnnasî û Çareseriya Derûnî bo Paşerojê: Bi Hev re di Duristkirina Hêviyan de” tê li darxistin.

Konferans dê 2 rojan biajo û gelek derûnnas û pisporên qadê dê di panelên cuda de biaxivin.

Îlhan Kizilhan amaje bi zêdebûna nexweşiyên derûnî û civakî da û anzî zimên:

“Gelek nexweşiyên derûnî yên wekî travma, tirs û depresyonê hene û her wiha nexweşiyên civakî jî hene.

Enfal çêbûye, Helebce çêbûye her wiha komkujiya Êzidiyan çêbûye.”

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan jî yek ji beşdarên konferansê ye û pirsên Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd bersivandin:

Rûdaw: Armanca we ya ji vê konferansê çi ye?

Îlhan Kizilhan: Ev konferansa çaran e ku em niha li Zanîngeha Dihokê çêdikin. Niha teqrîben ji 10 dewletan pispor hatine vê derê û her wiha pisporên me hem ji Kurdistanê û hem jî Îraqê, Bexdayê û Mûsilê beşdar bûne.

Em dixwazin du rojan li ser meseleyên derûnî û çareseriya derûnî biaxivin. Bi taybetî ji bo Kurdistanê jî gelekî pêwîst e.

Gelek nexweşiyên derûnî yên wekî travma, tirs û depresyonê hene û her wiha nexweşiyên civakî jî hene.

Enfal çêbûye, Helebce çêbûye her wiha komkujiya Êzidiyan çêbûye. Em dixwazin li ser vê yekê biaxivin û çareseriyê bibînin ku em karibin li Kurdistanê meseleyên derûnî baştir çareser bikin.

Gelo dê behsa hewla xwekuştinê were kirin?

Îlhan Kizilhan: Belê, ev du sal in me ji bo rêlibergirtina xwekuştinê komek ava kiriye. Me xeteke germ ava kiriye û dikarin li herêma Dihokê 24 saetan telefon bikin. Zanayên me yên psîkoterapîst bi wan re diaxivin.

Bê guman panelek li ser vê heye, panelek li ser tarvmayan heye. Panelên li ser yasayan hene ku em çawa karibin pisporiya derûnî li Îraq û Kurdistanê belav bikin.

2 rojan 8 panelên me hene. Teqrîben dê 30-40 zana û pispor li vê derê axaftinên xwe pêşkêş bikin.

Li gorî amarên we, di nava van du salan de li Dihokê çend bûyerên xwekuştinê çêbûne û we rê li ber çend bûyerên xwekuştinê girtiye?

Îlhan Kizilhan: Bi rastî statîstikên gelekî cuda hene. Me 2021ê dest pê kir. Wê demê di nava mehekê de 11 kesan xwe kuşt.

Hinek alozî çêdibin, hinek qeyran çêdibin ji ber wê jî me got pêwîst e em li ser vê milet şahreza bikin da mirov zanibe xwe çawa biparêze.

Lê teqrîben tiştê ku em dizanin hejmar di navbera 150 û 200 kesî de ye ku her sal li Kurdistanê û herêma Dihokê dixwazin xwe bikujin an jî xwe dikujin. Yanî van demên dawiyê hizra xwekuştinê gelekî zêde bûye. Pêwendiya vê jî bi nexweşiyên derûnî re heye.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!