IMF, ku yek ji saziyên girîng ên aboriya cîhanê ye, di raportekê de behsa rewşa aboriya Îranê kiriye û ragihandiye, piştî dorpêçên Amerîkayê ya li dijî Îranê, aboriya wî welatî êdî ne tenê mezin nebû lê roj bi roj biçûk jî bû.
Di raporta IMF de hatiye gotin, ji ber wê jî tê pêşbînîkirin rêjeya mezinbûna aboriya Îranê îsal derdora 2 dereceyan dakeve bin sifrê, sala bê jî ev rêje bigihê 4 dereceyan.
IMF daye zanîn ku rêjeya enfilasyonê jî dê ji 29.63e dê bigihîje 34.1.