Di kampanyaya li ser www.change.org' ê de hate vekirin de wisa tê gotin:
"Me bihîst ku serwîsa Sputnik Kurdistanê ya bi Kurdî weşanê dike, ku bi ser Ajansa Nûçeyan a Navdewletî ya ‘'Rossiya Segodnya'yê ve ye, dê were girtin û em ji ber vê yekê gelekî xemgîn bûn. Îro bi taybetî di warê herêma Rojhilata Navîn de Rûsya çawa aktorekî girîng û sereke yê navdewletî ye, neteweya Kurd jî di warê herêmî de xwediyê mîsyoneke sereke û diyarker e. Rûsya jî baş dizane ku neteweya Kurd, yek ji neteweyên herî kevnare û qedîm ên herêma Rojhilata Navîn e. Bi heman awayî nabe ku neteweya Kurd were paşçavkirin, ji ber ku ew îro li Rojhilata Navîn xwediyê hêzeke mezin a siyasî, civakî, çandî, aborî û demografîk e.
Çawa ku Serokê Dewleta Rûsyayê birêz Vladimir Putin jî di gelek daxuyaniyên xwe de anî ziman, peywendiyên di navbera Rûsya û neteweya Kurd de bi awayekî dîrokî her tim xweş bûye. Îro jî çi di warê Birêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê de çi jî di warê Kurdên li Sûriyeyê de, peweyndî û peymanên siyasî û aborî yên Rûsyayê ligel Kurdan hene û baş in. Dikare were gotin ku weşana Kurdî ya Sputnikê tevkariyê li van peywendî û peymanan dike û wan hîn xurt û geş dike.
Bidawîkirina weşana Sputnik Kurdistanê teqez dê bi awayekî cidî bandoreke nerênî li ser peywendiyên Rûsyayê û neteweya Kurd bike. Divê baş were zanîn ku bi girtina Sputnik Kurdistanê Kurd dê bi awayekî bibandor û lez ji agahdarbûna polîtîkayên neteweyî û navneteweyî yên Rûsyayê mehrûm bimînin û herwisa dê nikaribin qadeke xurt a medyayê bibînin ku fikr û ramanên xwe yên derbarê Rûsyayê de bînin ziman. Serwîsa Sputnik Kurdistanê ev nêzikî 3 salan e weşanê dike û bi weşana xwe rastî eleqeyeke xurt a neteweya Kurd hatiye û ji bo gelek saziyên medayê yên Kurd bûye alternatîf û çavkanî. Ji ber van sedeman em hêvî dikin Sputnik Kurdistan dê neyê girtin û ji bo Rûsyayê û neteweya Kurd bibe qadeke girîng a agahî û zanyariyan.
bo îmzeyê bikevin: https://www.change.org/p/don-t-close-sputnik-kurdistan-bila-sputnik-kurdistan-ney%C3%AA-girtin-sputnik-kurdistan-kapatilmasin