Ingilistan: Dixwazin pêwendîyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixin

Wezîrê dewletê yê Ingilistanê berpirsîyar bi dosyeya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison ragihand, ku welatê wî dixwaze pêwendîyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixe.

Navenda Nûçeyan- Murrison di civîna Parlementoyê taybet bi Rojhilata Navîn dîyarkir, ku pêwendîyên Ingilistanê ligel Kurdistanê bihêz in, herweha xwestyar in van pêwendîyan peştir bixin.

Wezîrê dewletê yê Ingilistanê Murrison destnîşan kir, ku: “Di pêwendîya xwe ligel Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, min ev daxwaz carek din anî ziman”.

Murrison di 8ê Çile de pêwendîyek telefonî ligel Serokwezîr mesrûr barzanî encam da bû.

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e