Îngilîstan: Em çûna wî bi erênî pêşwazî dikin

.

Derbarê rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyê, Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer got, “Gelê Sûriyê di bin rejîma hovane ya Esed de gelek êş kişand. Em çûna wî bi erênî pêşwazî dikin."

Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer di daxuyaniya xwe ya nivîskî de têkildarî rûxandina rejîma Beas a bi pêşengiya Esad li Sûriyeyê diyar kir ku di rojên dawî de li Sûriyeyê geşedanên neçaverêkirî rû didin.

Starmer da zanîn ku wan rewşa Sûriyê bi hevalbendên herêmê re gotûbêj kirine û got, “Gelê Sûriyê di bin rejîma barbar a Esed de gelek êş kişand. Em çûna wî bi erênî pêşwazî dikin."

Starmer diyar kir ku ew li ser dabînkirina aştî û aramiyê li Sûriyê û çareseriya siyasî ne û got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku sivîl û kêmneteweyan biparêzin û di saet û rojên pêş de alîkariyên jiyanî bigihînin kesên hewcedar."

Kurdistan Haberleri

Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin li Şamê ne?
Nûnerekî Mafên Mirovan ê Sûriyeyê: 800 keç û jinên Êzidî di girtîgeha Cebhet el Nusrayê de hene
Çekdar ji Efrîniyên ku vedigerin pereyan dixwazin
Omer Ehmed: Rêya bê ya veguhastina enerjiya ber bi Ewropayê ve Sûriye ye
Xamineyî sernixûniya rêjîma Esed xiste ustê Amerîka û Îsraîl û Turkiyê