Îngîltere: “Di têkbirina İŞİDê de rola pêşmerge girîng e”

.

Wezîrê Hêzên Çekdar yê Îngîlterê James Heappey, li bajarê Massifê bi heyeta bi xwe re seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. James Heappey di hevdîtinê de got ku di têkçûna İŞİD ê de rola pêşmerge gelek girîng e. Wezîr James Heappey got li hemberê tehdîda terorê wê destekê bidin hêzên Pêşmerge û dewam bikin wan perwerde bikin. James Heappey her weha ragihand ku divê bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê pêvidî bi mêzênekî siyasî û aborî heye.

Serok Barzanî bi sedema desteka Brîtanyayê bo Pêşmerge ku li dijî İŞİD ê şer dike û têdikoşe, sipasiya xwe bo Brîtanyayê ragihand. Barzanî her weha hêviya pêşdebirina têkiliyên navbera Hewlêrê û Londrayê kir.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne