Sala par, mehek û nîva beriya Referandûma 25ê Îlonê, Şaxeke Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê, li Batmanê jî hatibû damezirandin û xebat û libatên xwe bo eşkerekirina piştgiriya xelkê Batmanê bo Referandûma Serxwebûna Başûrê Welêt, heta roja Referandûmê domandin.
Îro bi boneya 1emîn salvegera Referandûmê, endamên Înîsiyatîfa Batmanê li PAKa Batmanê hatin cem hev û bîr û rayên xwe di derheqê referandûmê û encamên wê de anîn zimên.