Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

.

 Li gel ku tenê çend roj ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê re mane, ji gelek aliyan ve piştgirî tên ji bo ku hilbijartin bi awayekî adil, şefaf û saxlem derbas bibin. Bi taybetî jî însiyatîfên Ewropî û Kurdistanî di vê mijarê de xebatên hesas dimeşînin.

???? JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN --> tiny.cc/imzanolsun

Di vê çarçoveyê de Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê ji bo ku hilbijartin bi awayekî adil, şefaf û objektîf derbas bibin dest bi kampanyaya îmzeyê kir.

“Ji bo Pêşeroja Kurdistanê Werin Em Bi Hev re Tevbigerin!” Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê diyar kir ku ji bo parastina statûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her kesî piştgirîya îmzeyan hêvî dikin û banga, "Niha ji bo daxwaza îradeya xwe îmze bikin" dike.

???? JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN --> tiny.cc/imzanolsun

Înisiyatîfa Maf û Dadperweriya Hilbijartinê ya Kurdistanê ev agahî da:

Di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de  daku vîna xelkî bi temamî diyar bibe pêwîstiya me bi piştgiriya we heye. Ji bo pêvajoyeka zelal û dadperwerane ya hilbijartinê daku em bikaribin dengê xwe bidin bihîstin û mafê xwe biparêzin tevlî me bibin. Daku xwedî li vîna xwe derkevî niha îmzeya xwe bide!

???? JI BO ÎMZEKIRINÊ BITIKÎNIN --> tiny.cc/imzanolsun

Çavkanî: Peyamakurd

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir