Înîsiyatîfa muzeya bîranînê ya Girtîgeha Hejmar 5: Di derbarê pêkanînên 12’ê Îlonê de em bi pêşketineke nû re rû bi rû ne. Di salên derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de ji aliyê laboratûara Navenda Lêkolînê ya HZI'yê ve li girtîgehên leşkerî û bi narkotîkê li ser girtiyan azmûn hatin kirin. Cemiyeta Rojnamegeran li Amedê.Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ RE
Di derbarê kiryarên 12 Îlonê, em rûbirûyî bûyerek nûh in.
Di dema pêkhatina derba leşkerî ya 12 Îlon 1980 de, li hefsxaneyên leşkerî yên mîna Dîyarbekir û Mamak, ji alî saziya bi navê “Laboratuvara Navenda Lêkolînê (HZI)” li ser girtîyên sîyasî hinek ceribandinên bi derman û bê derman hatine kirin, demek berê di mediyayê de hat weşandin. Li ser vê bûyerê, ji bo raya giştî û sazîyên pêwendîdar yên dewletê, me pêwîstîya vê daxuyanîyê dît.
Di peyamê de tê gotin ku ev şêwe xebat pêşî li Amerîka bi bernameyek bi piştgirîya CIA di sala 1953 de bi fermana Dîrektorê CIA Allen Dulles, ji bo afirandina derman an pergalekî kontrolkirina hişê mirovan bi navê MK-ULTRA hatiye destpêkirin, tê gotin ku birayê nivîskar Muazzez İlmiye Çiğ Dr. Turan İtil jî di vê xebatê de cîh girtiye.
CIA, hinek zanyarên di dema Şerê Cîhanê 2. de li kampên Nazîyan ku ceribandin kiribûn, di vê bernameya dijî mirovî de bi karanîye. Ev bername li Amerîka û li cîhanê bûye egerê bertekên mezin û di salên 70yan de ji alî Serokê Amerîka Gerald Ford hatiye qedexekirin. Piştî vê qedexê, Turan Itil vegerîyaye Turkiyeyê, bi xuşka xwe Muazzez Ilmiye re weqfa HZI bi navê dê û bavê xwe Hatice û Zahit avakiribûn.
Cûnta 12 Îlonê di encama hevkarîya CIA û Daîreya Herbê ya Taybet pêkhatibû û ev hevkariya xwînxwar li hefsxanan jî berdewam kiribû. Piştî derbê Dr Turan Itil vê porjeya ku Naziyên kevn jî tê de cîh girtibû û li Amerîka hatibû qedexekirin, ji bo ku li ser girtîyên 12 Îlonê biceribîne serî li “MGK” dabû. Piştî ku destûr wergirt, hefsxanên pîlot wek laboratuar hatine karanîn; bi ceribandinên bêhejmar, bi azînên (metodên) cudareng yê îşkenceyên bi derman û bêderman, bi awayekî sîstematîk li ser girtyan pêkanîne.
Hemû bernameyên bi vî rengî ku li Amerîka hatibûn qedexekirin, ji alî weqfa “HZI” ku ji alî Dr Turan Itil û xuşka wî ve hatibûn damezrandin, pêkhatibûn.
Li Mamak û bi taybetî li hefsxana Diyarbekir ya 5 Nolî ku li dijî girtîyên hemû alîyên neteweya Kurd, pêkanîna van bernameyan, şikenandina xîreta mirovî, tunekirina hestên kesayeta mirovan ya bawerî, hevkarî û berpirsiyarî kiribûn armanc. CIA, piştî bi salan heman ceribandin, li girtîgeha El Gureyp berdewam kir.
Herkesê ku di hefsxana 5 Nolî de beranberî “kîn û nefreta etnîkî” mane, dê gotinên Yuzbaşî Esat Oktay qet ji bîr nekin, digot: “ezê li ser we bernameyek wisa pêk bînim ku hûn ji vir derkevin jî hûnê xwe nasnekin!”
Bernameyek CIA ku li Amerîka hatiye qedexekirin ku ji bo li Turkîye pêkwere, “MGK” a wê demê çawa hatiye razîkirin, egerê pêşkêşkirina MGK çiye, kî bûye/bûne qasid? Di navbêna “MGK” û Weqfa “HZI” peymanek çawa heye?
Bernameya li ser hemû girtîyên hefsa Amedê û bi taybetî ji her alîyên endamê neteweya Kurd hat meşandin, jê çi encam dihat hêvîkirin?
Kiryarên dema ji alî derbeyek xwînrij ve pêkhatibû ku li Turkiye, di serî de Kurd li hemî alîyan neheqîyên gelek mezin hatibû kirin ku bi sebebê encama wan re hîna jî em ditêkoşin, mafê me heye ku em zanibin çi qewimîye. Li hemberî kiryarên di dema 12 Îlonê de li hember me hatiye kirin, em hîna jî li virin û li dijî îşkenceyan em li heman ciyî ne.
Ji ber vêya:
Em rojnamevanên lêkolîner, rêxistinên civata sivîl vedixwînin ku belge û zanînên di derbarê mijarê de ku di arşîvan de, di serî de yê Sazîya Ewlekarîya Milî (MGK), Wezareta Parastinê û Wezareta Dadê bi raya giştî re parve bikin.
GRUBA ÎNSÎYATÎFA MUZEYA HAFIZÊ YA HEFSA 5 NOLÎ
Rupela Nu /Diyarbakır