Instagram li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dîsa vedibe

.

 Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku ew li gel berpirsên Instagramê gihîştin qonaxa lihevkirinê û ew platforma medyay civakî îşev saet: 21:30î vedibe.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê danûstanên xwe yên bi berpirsên Instagramê re zanyarî da.

Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku ew bi bi berpirsên Instagramê gihîştin qonaxa lihevkirinê.

Uraloglu da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îşev saet 21:30î bloka li ser Instagramê radibe.

Hefteya borî piştî daxuyaniya Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ku gotibû ji ber Instagramê peyamên sersaxiya Serokê Hemasê Ismaîl Heniye rakirine “ez şermezar dikim”, Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK) Instagram asteng kiribû.

Li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 58 milyon kes platforma medyaya civakî Instagramê bi kar tînin û tê nirxandin ku piştî hatiye qedexekirin zerara wê ya rojane 1,9 milyar lîreyên Tirkî ye.

Herî dawî di tîrmehê de platformên Wattpad û Roblox jî hatibûn qedexekirin û li gorî amarên IFODê di 3 mehên destpêka îsal de nêzîkî milyonek malper hatine qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye