IPI: Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe metirsiya li ser rojnamegeran zêde dibe

.

 Misyona Azadiya Çapemeniya Hevkar ya Navdewletî ku bi serperiştiya IPIyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest bi serdan û lêkolînan kiribû, xebata xwe bi dawî anî û bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe metirsiya li ser rojnamegeran zêde dibe.

Her sal li Stenbol, Enqere û Diyarbekirê, bi pêşengiya Enstûtiya Medyayê ya Navdewletî (IPI) civînên mîsyona azadiya çapemeniyê tên lidarxistin. Di civîna Îsal de digel IPIyê, Rêxistina Efûyê, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Navenda Azadiya Medyayê û Çapemeniya Ewropayê (ECPMF) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) amade bûn. Di civînê de nûnerên saziyên navdewletî yên rojnamegeran û rêxistina efûyê, li ser mijarên yasaya Dezenformasyonê û egerên bandora wê, darizandina rojnamegeran û bêsiza hiliştina êrîşên fîzîkî, 16 rojnamegerên girtî yên li Diyarbekirê û hevkariya bi wan re rawestiyan.       

Di civîna azadiya medyayê û metirsiya li ser rojnameger û çapemeniyê de ku bi pêşengiya IPIyê çû serî, li Tirkiyê; di heman demê de li ser ewlehiya rojnamegeran û derbirina ramana azad, çapemenî û nûçeyên derbarê hilbijartinên sala 2023an, azadiya çapemeniyê û ewlehiya destûra bingehîn hate rawestîn û metirsiyên di vê derbarê de bi raya giştî ya cîhana re hatin parvekirin.

Herwiha mîsyona şandeya navdewletî ya ku bi serkêşiya IPIyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, derbarê rewşa rojnamegeran de lêgerîn û lêkolînên xwe pêk anî û ji aliyê 7 dezgehên din ên navdewletî ve tê piştevanîkirin, bang li desthiata Tirkiyê kir da ku rojnameger bên parastin û astengiyên li pêşiya azadiya çapameniyê ya di serdema hilbijartinên 2023an de bêne çareserkirin. Herwiha misyonê, di heman demê de pejirandina Yasaya Dezenformasyonê ku di parlamentoya Tirkiyê de di encama dengdanê de hate pesentkirin jî şermezar kir.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn