Rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî derbarê rewşa rojnamegeriya li Tirkiyeyê de raporek amade kirine û gotine ku “Di sala 2917an de 170 rojnameger girtî bûn. Îro 77 rojnameger li piş deriyên girtîgihan in. Digel vê pêşketinê, Tirkiye li cîhanê yek ji girtîgehên mezin ên rojnamegeran e.”
9 rêxistinên çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê û komên mafparêz di meha Çiriya Pêşiyê de li Tirkiyeyê derbarê azadiya çapeminiyê de civînek li dar xistibûn. 9 saziyan encamên vê civînê kiriye rapor û ev rapor weşandiye.
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI) rapor bi sernavê “Li Tirkiyeyê zext û zor li ser rojnamegeran heye” weşandiye ku Komeleya Rojnamegerên Ewropayî (AEJ), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Navenda Azadiya Medyayê û ya Çapemeniyê ya Ewropayê (ECPMF), Federasyona Rojnamegerên Ewropayî (EFJ), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), PENâ Navnetewî, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Rêxistina Medyayê ya Bakurê Rojhilatê Ewropayê (SEEMO) şirîkê vê raporê ne.
Di raporê de behsa 5 xalên cida dikin ku li Tirkiyeyê derbarê azadiya çapemeniyê de derketine holê. Ew jî bi sernavên “girtin, êrîşên laşî û lêpirsîn”, “azadiya darazê”, “xirab bikaranîna saziyên kontrolkirina medyayê,” “yaseya medyaya civakî” û “dîplomsiya navnetewî” hatine rêzkirin.
Li gorî rapora IPIyê li Tirkiyeyê di sala 2017an de 170 rojnameger girtî bûn lê di Çiriya Pêşiyê ya 2020an de ev hejmar daketiye 77an. Derbarê vê mijarê de wiha hatiye gotin: “Digel hejmara rojnamegerên girtî gelekî kêm bibe jî Tirkiye li cîhanê yek ji girtîgehên mezin ên rojnamegeran e.”