Piştî giştpirsî û bûyerên 16ê cotmehê, PDK stratejîya xwe li hember Bexdayê guhert. Di nava van pênc salên borî de, heta jê tê li derîyê Bexdayê dixe, lê Bexda derî ji PDKê re venake.
Ji bo ku em li ber sedema vê helwesta Bexdayê li hember PDKê bikevin û bizanin çima Bexda li paş xwe nanêre û berê xwe nade PDKê, kedeke mezin hewce nake. Bi gotineke xwerû, sedem ew e ku PDK dixwaze di rêyeke çewt de here Bexdayê.
PDK nikare di pencereya Enbar û Necefê re derbasî hundir bibe: Kilîta vekirina derîyê Bexdayê li Tehranê ye. Ango ji bo PDKê, heke Tehran bixwaze cihê wê li Bexdayê hebe, rêya Bexda di Tehranê re dibihure.
Pirsgirêka PDKê ew e ku van kodan dereng dixwîne. Hêj fêm nekiriye ku Tehrana niha Hewlêrê ji PDKê re rewa nabîne, êdî çawa Bexdayê bide dest PDKê?
Ne tenê vê nake, tew nahêle proseya tijekirina wan postên kurdan jî li Bexdayê bi hêlekê de here ku kurdê Bexda radestî wî were kirin, alîkarîya Hewlêrê bike. Berevajî, wiha dike divê ew şîyana Bexda jî li dijî Hewlêrê were bikaranîn.
Ezmûna hilbijartina serokkomar di sala 2018an de û hevrikîya niha jî ji bo tijekirina wê postê, belgeyên zelal in ji bo tekezkirina wê rastîya ku nabe ew post ji bo xurtkirina Hewlêrê were bikaranîn.
Wê çaxê derfet hebû û niha jî dîsa derfet heye ji bo ku PDK û YNKê bi hev re karakterekê ji bo wergirtina wê postê destnîşan bikin. Ew jî bi piştevanîkirina her du alîyan Bexda ji bo xurtkirina statûya Hewlêrê bi kar bîne.
Tew heke ew kes Dr. Berhem be ku niha bûye xala nakokîyê, lê karakterê ku li pişt lîstika kişikê rûniştîye û bi berikan dilîze nahêle ev yek biqewime. Çunke armanc ew e ku nabe kesek li Bexdayê be ku alîkarîya Hewlêrê bike. Ew kes kî dibe bila bibe û hizr û armanca wî jî ew be ku proseyê li berjewendîya Kurdistanê bi kar bîne.
Berî ku di gera borî de wek serokkomar were hilbijartin, Dr. Berhem ne li dijî wê ramanê bû ku Bexda ji bo xizmeta Hewlêrê were bikaranîn. Wî ji min re got: “Heke Barzanî piştevanîya min ji bo wergirtina wê postê bike û li pişt min be, ez ê Iraqê bikim konfederalî”.
Lê me dît ji ku û çawa arasteya bûyeran bi hêlekê de hat birin ku ew post bibe sedema kûrkirina nakokîyên navxweyî yên kurdan û kûrkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê.
Pêkan bû vê carê bi wergirtina pend û ezmûnê ji bûyera gera borî, PDK û YNKê bi awayekî din bi vê proseyê re tevbigerîyana. Lê serencam dîyar e ku nakokî û hevrikîyên wan gihîştine asteke çawa.
Biryarên ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di dema borî de li dijî Herêma Kurdistanê derxistin, ên tê payîn di siberoja nêzîk de, wek pêşhatên nû ji alîyê dadgeh û wezaretan biqewimin jî, piranîya wan dîsa girêdayî wergirtina wê postê ne. Kurt û kurmancî, Îran nahêle PDKê wê postê werbigire.
Ne tenê wiha, lêbelê Îran nahêle lihevkirin li ser kandîdê hevbeş jî derkeve holê. Tew heke PDK bi Dr. Berhem razî bibûya jî, dê Îranê Dr. Berhem biguherta. Wek çawa gava di nav YNKê de gotinek peyda bû ji bo ku ew post ji destê wan dernekeve bila kandîdê xwe biguherin, Îranê pêşî li wan girt û nehîşt vê yekê bikin.
Heke hemî kurd bi hev re bin û biryar bidin wê postê wernegirin û bi sunîyan re postên serwerîyê pevbiguherin, kurd serokê parlamentoyê û sunî posta serokkomar werbigirin, dîsa Îran vê yekî qebûl nake û dê pêşî lê bigire.
Hemî tedbîrên qanûnî û destûrî ku vêga li pêşîya Hevpeymanîya Rizgarkirina Welêt in ji bo tijekirina posta serokkomar û raspartina berbijêr ji bo pêkanîna hikûmetê, çunke nikarin du li ser sisêyan berhev bikin.
Heke hevkêşe berevajî bûya û ew piranîya bereya welayîyan “dûvelangên Îranê” hebûya, dê bê guman dadgeha federal tev li meseleyê bihata kirin û biryar li ser rakirina kelemên destûrî li qezenca dilxwazên Îranê bida.
Heke du hefteyên din hevkêşe berevajî bibin û Çarçoveya Hevahengîyê dest bi hewldanên pêkanîna hikûmetê bike mîna ku Sedir dema 40 rojan ji wan re pêşnîyar kiriye, tê payîn ku bi hênceta ku Iraq nekeve nav valahîya destûrî, dadgeha federal wek hêsankarîyekê ji wan re, biryarê li ser hilgirtina wê kelema rêjeyê bide û wek rewşeke awarte biryar bide civîn bi 50+1 were birêvebirin, bi şertê ku PDK nebe serokkomar.
Tew vêga têgihîştina Îranê bi vî rengî ye ku tişta li Iraqê diqewime wek çêkirina keleman li pêşber Îranê ji bo pêkanîna hikûmeteke dûvelang, her wiha îsyankarîya Sedir û sunîyan jî wek karê PDKê dibîne.
Ew hemî zext jî ku rasterast ji alîyê Îranê li ser Hewlêrê ne û ew biryar û tedbîr jî ku dê ji dadgeha federal a Iraqê û yên niha yên Wezareta Petrolê û sibe ji wezretên din jî wek guvaş li ser Hewlêrê werin kirin, sedema piranîya wan ew e ku Îranê PDK û erdnîgarîya wê wek îsyankarîyekê li hember Tehranê sêwirandiye.
Tew heke çend qatan bêhtir jî berê PDKê li Bexdayê be û bi awayekî germtir jî Bexdayê hembêz bike, li bal Îranê wek (girêdan û veger) nayê hejmartin, heke Hewlêr berê xwe nede Tehranê.
Her çiqas hinek gumana min heye ka gelo dê Tehran bi xwe jî derî ji Hewlêrê re veke? Çunke guvaş û zextên ku Bexda û Tehran li ser Hewlêrê dikin, meriv dikare bi awayekî din jî li wan binêre ku ew dixwazin Hewlêrê dehf bidin da xwe bi temamî bavêje hembêza Tirkîyê.
Ne dûr e di tifaqa piştî bûyerên 16ê cotmehê de, Îran û Tirkîyê erdnîgarîya Başûrê Kurdistanê di nav xwe de bi vî awayî parve kiribin. Îranê pişka xwe ji 16ê cotmehê hasil kir, lê hêj sewika Tirkîyê maye. Çunke tişta ku Bexda û Tehranê heta niha kirine, her wiha tişta tê payîn di siberoja nêzîk de bikin, her agirê vê dehfdanê gur dike.
Eger armanca Bexda û Tehranê ji vê polîtîkaya ku dimeşînin ew be ku berê PDKê li Bexdayê be. Niha PDK ne tenê dixwaze here Bexdayê, lêbelê dixwaze beşdarî birêvebirina Bexdayê jî bibe, lê rêya wê beşdarîyê nadinê. Tedbîrên ku ji bo pêşîgirtina li wê beşdarîya wê wergirtine, derfeta hukmdarîya Partî li Hewlêrê jî berteng dike.
Guman tê kirin ku hin meremên Îranê yên din hebin. Çunke nabe Îran nizanibe ku şert û mercên navxwe yên Kurdistanê û yên herêmî û navdewletî jî kêrhatî ne ji bo şokekê ku hevkêşeya deverê hemûyî biguhere. Rûsya bi êrişkirina Ukraynayê hegemonî û heybeta yasa û zagonên navdewletî nehîşt.
Tirkiye wek mêla ji bo wê anokrasîyê, demek e çêlîkên xwe berdane meydanê û artêş aniye gelek navçe û erdnîgarîya Başûrê Kurdistanê. Di ezmûna PDKê de jî mînakên wihareng hene ku heke Partî zêde were tengijandin, tiştên neçaverêkirî dike. Îran jî ji hemî alîyan çêtir van rastîyan dizane.