N. Eskender Ceiferî
Îran di darvekirina welatiyên biyanî de bi tometên siyasî berdewam e û ev jî di asta cîhanê de karvedanê li pey xwe ve tîne.
Piştî ku welatiyekî Îranî û Almanî bi navê Cemşîd Şarmehd bi tometên siyasî li Îranê hate darvekirin, pêwendiyên navbera Îran û Almanya aloztir bûn.
Almanya çendîn caran ji rêjîma Îranê xwastibû ku li biryara darvekirina wî vegere lê belê Îranê ew darve kir.
Piştî darvekirina wî, Almanya kunsûlxaneyên rëjîma Îranê li bajarên Hamburg, München û Frankfurtê girtin.
Tevî ku çalakvan dibêbin pêwîst e sifareta rêjîmê li Bêrlînê jî bê girtin, lê dîsa jî ev weke destpêk baş e.
Rêjîma Tehranê di binpêkariyên mafên serhildêran de jî berdewam e û di asta navdewletî de jî karvedanên zêdetir çê dibin.
Rêjîm herwisa givaşê dike ser kompaniyên Înternetê jî da ku zanyariyên welatiyan û serhildêran bidin rêjîmê.
Çapemeniya Îranê ragihand ku derfeta ku rayedarên Tehranê dabûn Mêta ji bo girtina Instagram û WhatsAppê bi dawî bûye.
Li gorî berpirsên Îranê, eger ew kompanî bersiva daxwazên Îranê nede, Instagram û WhatsApp dê li Îranê bi awayekî hertimî bêne girtin.
Navenda Înterneta Netewî ya rêjîma Îranê du name li ser vê mijarê ji Mêta re şandine. Serokatiya vê navenda rêjîmê gotiye, heke Mêta bersivê nede, dadweriya Îranê dê platformên wan ji bo hertim bigire.
Herwiha diyar kir ku ji bo berdewamkirina van platforman lîsansa yasayî hewce dike.
Berê jî Wezareta Navxwe ya rêjîma Îranê gotibû ew hewl didin da ku cîhana hîpotetîk ji bo hertim rawestînin.
Di van salên dawî de, rêjîma Îranê çend torên civakî ji wan Facebook û Twitter fîltêr kirine û tometbarê destêwerdan di serhildana wî welatî de kirine.
Tê gotin hewlên rêjîmê ji bo astengkirina Internetê, tenê ji bo bidawîanîna serhildanê ne.
Tevî wê, rêjîma Tehranê hewl dide navçeyê aloz bike da ku bala cîhanê li ser serhildanê nemîne.
Emmanuel Macron serokkomarê Fransayê bi awayekî rasterast, Îran bi derxistina aloziyê li Îraq, Yemen, Filistîn, Lubnan û Israîlê tometbar kir. Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê jî heman tomet arasteyî serokkomarê Fransayê kir û bi awayekî nerasterast bersiva hevdû dan.
Emmanuel Macron herwisa di axaftina xwe de parastina serweriya Îraqê dupat kir û daxwaza bidawîanîna destêwerdana karûbarên navxweyî yên Îraqê kir.
Berpirsên Îranî jî di konferansê de li hember axaftinên serokkomarê Fransayê diyar kirin: “Nabe li axa welatên me yên dost û bira, gef li ti welatekî were xwarin, em di wê baweriyê de ne ku kêşeyên navçeyê tenê bi rêya gotûbêja navbera welatan têne çareserkirin
Ev jî di demekê de ye ku Îran bixwe li navçeyê piştevaniya têror û aloziyan dike.
Wezîrê Derve yê Îranê li ser parastina asayîş û serweriya Îraqê got: “Mijara asayîşê bi hemû welatan ve girêdayî ye, nabe hemû hewldan ji bo neseqamgîrkirina welatekî were dayîn û li aliyê din hewl ji bo seqamgîriya welatekî din were dayîn.”
Rêjîma Tehranê ne tenê li vir, lê di mijara Ukraynê de jî hîn her rojev e. Serokwezîriya Brîtanya ragihand ku divê Îran şandina çekan ji Rûsiyê re rawestîne.
Di daxuyaniya Brîtanya de hatiye ku ewê doza alîkariya leşkerî ya Îranê bigihînin Neteweyên Yekbûyî û rê li hinartina balafirên bêpîlot û çekên Îranê ji bo Rûsiyê bigirin.
Rast e ku Îran dixwaze bala kesî li ser serhildanê nemîne, lê Yekîtiya Ewropayê û Îsraîl her yek ji rexekî ve mijûl in da ku gefên rêjîma Îranê ji bo ser navçeyê kontrol bikin.
Çavkanî: Kurdistan Media