Îran-„Dijminên Me Li Welat Alozî Derxistin"(!)

Şeyhmus Ozzengîn

Sîstemên dîktatorî, dema li henber dîktatorîya wan, tehemûla gel nema û girse teqîya; pişta xwe bi peyvên wilo ve girêdidin ku: "welat ketîye bin bandorek neyênî, mîhraqên derve tilîya xwe dixin nav sîstema me, em di bin tehdîdek navdewletî de ne"(!)

Welatên wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye her karesatên sîstemên xwe bi van metodan vedişêrin û tehdîda xwe a dîktatorî bi rewşek olî, netewî tekez dikin ku, piştgirîyê ji xwe û kirinên xwe re bibînin. Rêberê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamineyî bi vê hevokê dîktatorîya sîstema Şîe ya olî vedişêre:

"Dijminên me li welat alozî derxistin."

Îran, ji damezirandina 1979 a "Dewleta İslamî" de, navê wê bi terora İslamî û dîktatorîya ser netew, pêkhateyên olî-mezhebî re li dinê deng veda û her ku çû jî, di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe, terorê û fundamantalîzmê ve hat nasîn.

Despêkê li ser welatên Rojavayê Asya, wek Afganîstan, Pakistan têna xwe û bandora xwe zêdekir. Paşîyê dest dirêjî Rojhilata Naverast kir. İro wek dewlet; serê terora Îslamî a Şîe dikişîne. Ji Afganîstan bigere, heta Katar û Yemen vê terorê fînanse dike û bibandor dimeşîne. Navê Îran bi navê terora islamî û dîktatorîya sîstemî re daketîye qada munaqeşê û her ku diçe tehdîda sîstema Îran, li herêma Naverast, li ser netewên nav Îran (Kurd, Belûcî-Bahtîyarî, Ereb û suneyên Faris) zêde dibe. Di Kurdistan de, dewleta herî xwedî bibandorên neyênî-dîktatorî Îran e.

Dewleta Şîe a terorê; bi binpêkirina mafê mirovî, mafê jinê, bi qedexekirina tevgerên dij sîstemê û daxwazên netewên di bin bandora sîstema nîjadperest û kevneperest de; bi dardakirinê, bi tehdîda îşkence û kujtinê, terora sîstemê têt meşandin. Her nerazîbûnek li dij sîstemê bi cezayên giran û bi dardakirinê tên cezakirin. Rojê bidehan kes tên dardakirin. Li henber van tewanbaran qalibê gotina dadgehên Îran eşkere ye:

 "Dijminên me alozî derxistin. Wan kesan pere, çek û sîxurên îstîxbaratê bikar anîn û alozî derxistin."

Li Îran, pirsgirêk û daxwazên xwepêşandanan di du beşan de derdikevin ber me.

Yek: Îran, bi geşkirina terora li Rojhilata Naverast, ketîye bin qeyranek aborî û kefareta vê jî gelên Îran dide. Sîstem, heta qirikê ketîye nav gendelîyan. Butça ku ji organîzekirina terorê re têt xerckirin, bûye sebebê bêkarî û xîzanîyê. Tehdîda bêkarî û birçîbûnê her ku diçe bilind dibe. Sîstem, ji bona van daxwazên jiyanê yên girsê veşêre û binpê bike, terror û bandora dewletê li ser gelên Îran zêde dike.  

Duyem beş jî dîktatorîya sîstemê a siyasî li ser netew û pêkhateyên olî-mezhebî ye: Belûcistan, Kurdistan û Rojhilatê Azerbeycan, bandora mezhezebê Şîe li ser suneyan, meseleyên sereke yên feşkilandina bingeha dewleta Îran a Îslamî ne. Netewên mezin wek Kurd, Belûcî û Azerîyan ji mafê netewî-demokratî mahrûmin û di bin zilmek pêpa de ne.

Bi dû van pirsgirêkên netewî-demokratî re, bandora Mezhebî jî li ser esasên peymana civakî sebebê hilweşandinê ne. Ji ber ku dewlet li ser esasên hevpeymana civakî a desthilatdarîya Farisên mezheba Şîe hatîye  damezirandin, mezheba sunne ji dervê vê peymanê tên hesibandin. Ji sunneyan re cammîya sunne û li gor qaîdeyên mezheba sunne îbadet qedexeye. Ev jî bandorek neyênî, mezin li ser civata mezheba Sunne çêdike, ku hejmara wan ne di bin 20 milîyonan de ye. Ev jî ewe ku, di bin qaîdeyên olî de, ji azadîya ayînî mahrûm, mahkûmî mezheba Şîe bûne û bi şîeyan re li mabetên şîeyan mecbûrî karên ayînî bûne.

Serhildanên îran ku bi gelemperî ev 6 roje bê rawest dimeşin; rûbirûyî şîdeta terora sîstema Îran bûne . Bi dehan kujtî, bi sedan birîndar û girtî hene.

Di van rojan de bandora van xwepêşandanan, têna xwe daye ser hêla aborî jî û Dolar gihîştî dor 4360 Tûmenê îran. Ev tê wateya ku di 6 rojande Tûmenê Îran li henber Dolar 260 ji hêza xwe wenda kirîye.

Alozî û xwepêşandanên li Îran her ku diçe bandora xwe li ser sîstemê zêde dike. Ji sê bajaran despêkir, niha xwepêndan biberfirehî gihîştîye 60 bajaran û berdewam e.

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî ji bo xwepêşandanan dibêje:

 "Xwepêşandanên ku 5-6 roj berê pêşî li bajarên Meşhed û Qumê destpêkirin niha li seranserê Îranê belav dibin. Înqîlaba Komara Îslamî jî li van herdu bajaran destpêkiribû. Ev herdu bajar ji bo bîr û hizra wan wek bajarên paytext in. Ji bo Îranê xwepêşandanên li Meşhed û Qumê tiştekî xeyrî murtezre bû. Ev Xwepêşandan di demeke gelekî kin de li seranserê Îranê belav bû."

Li henber xwepêşandanan sistem metodek tund bikartîne û çalakvanan bi ceza dardakirinê tehdîd dike. Dadgehên Îran bi fetwa dînî çalakvanan bi ceza dardakirinê bi "şerê li henber xwedê"(!) tometbar dike û kujtina wan meşrû dike.

Înternet hatîye astengkirin. Torên civakî hatine girtin û çapemenîya Îran nûçeyan rast nade. Pêşî li têsîra dengdana xwepêşandanan têt girtin. Zilm û zordarîya sîstema Îslamîst a Îran ji raya giştî re têt veşartin.

Di destpêkê de dirûşmên xwepêşandanan di warekî aborî û gendelî de bû. Lê bi beşdarbûna Kurdistan a xwepêşandanan re helwest guherî. Di vî warî de  berdevkê PDK-ΠRostem Cihangirî eşkere dike ku:

"Piştî diruşmên siyasî yên kirmaşaniyan li Îranê rojev guherî.Kirmaşan bû yekem bajar ku bi diruşmên xwe yên siyasî diruşmên nan û avî guherand. Kirmaşan bi diruşmên xwe yên wek 'Kirmaşan keleha berxwedanê ya rojhilat (Kurdistan)e', 'Kurdistan yek welat e û Kirmaşan paytext e' û 'Bijî Pêşmerge bijî azadiya neteweyî' ev hemû diruşmên siyasî ne ku xwepêşandarên Kirmaşanê di protestoyan de dibêjin. Herî dawî şevê din li bajarê Sine serhildan li dar ket û ev gav bi gav li bajarên din Rojhilat (Kurdistan) ên wek Urmiye û Xoyê dewam dike."

Îro têkilîyên tevgera Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistan di erkek baş de ye. Divê ev, erkên baş bêtir di esasên berjewendîyên Kurd û Kurdistan, yên herêmê de, xwe li ser esasên modern û netewî nû bike. 
Xwe ji berjewendîyên hizbî û perçeyî derxe û di esasê netewî de li herêmê xwedî bandor be. 
Tevgera Netewî û Kurdistanî a herçar pêçên Kurdistan, divê li ser van berjewendîyan, di herêmê de; hin ji hêla leşkerî û hin ji hêla siyasî de bandora xwe zêde bike, ku ji fersendên dîrokî re amadeyî bidestxistinên mezin be.

02.01.2018