Navenda Nûçeyan - Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê Hûsên Selamî bersiv da Trump û got Tehran dê bersiva gefên li dijî deryaya Kendavê bi tundî bide. Her wiha da zanîn ku ew ê parastina ewlehîya sînorên xwe yên deryayî û neteweyî û hêzên xwe yên li Kendavê bikin.
Hisên Selamî got: Amerîka berî niha reftarê me şopandîye û divê îtîbarekê bide vê yekê, me ferman daye hêzên xwe yên li deryaya Kendavê ku heke gefan li ewlehîya keştîyên me bixwin, yekser keştîyên şer ên hêzên artêşa DYA’yê bikin armanc.” Selamî têkildarî rûdanên hefteya borî li deryaya Kendavê qewimîn, anî ziman ku ji ber yekîneyên leşkerî yên DYA’yê yên li Kendavê bê disîplîn bûn, ew gendelî derket holê.
Hisên Selamî îdia kir ku hêzên Amerîkayê yê keştîyên Artêşa Pasdaran a Îranê yên li deryaya Kendavê bi awayekî xeternak kirin armanc û bal kişand ser ku ewlehîya herêma Kendavê beşeke stratejîk a Îranê ye û bi vê yekê parastina berjewendîyên xwe yên li deryayê dikin.