Îran: Em ê pabendî hîç biryareka rêkeftina atomî nebin

Berîya bi demekê Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku dê ti biryarên rêkeftina atomî cibicî nekin û wê bersiveka serbazî bidin Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Îranê îşev 05-01-2019an bi daxuyanîyeka nivîskî aşkere kir wan pabendbûna xwe bi rêkeftina atomî ragirtîye û êdî ti biryarên wê rêkeftinên cibîcî nakin. Herwiha di berdewamîya daxuyanîyê jî da hatîye aşkerekirin ku wê Îran dest bi pitandina ûranyomê bike.

Li alîyê din Endamê Şûraya Neteweyî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Şemxanî jî di daxuyanîyekê da aşkere kir ku wê bersiveka serbazî bidin Amerîkayê.

Roja înê 03-01-2020an Amerîka li Bexdayê karwanekî serbazî yê Qasim Silêmanî  û 9 serkirdeyên Heşdî Şabî bordûman kir. Kuştina Qasimê Silêmanî karvedaneka mezin li ser asta Iraqê û cihanê bi xwe ra anî. 

Berpirsên pilebilind yên Amerîka û Îranê gefên mezin li hev dixwin. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes