Îran: Em petrolê hinarde nekin, asayîşa Hurmizê namîne

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdarên Îranê ragihand, eger Îran nikaribe petrolê hinarde bike, asayişa Tengava Hurmizê parastî namîne.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran, Elîreza Tengsîrî gef li welatên navçeyê û cîhanê xwar û got, “Peyama me ji bo welatên navçeyê û cîhanê ew e ku tenê heta wê dema ku Îran bikaribe petrola xwe hinarde bike, wê asayişa Tengava Hurmizê parastî be.”

 

Herwiha wî Fermandeyê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran diyar kir, “Beşdariya Îsraîlê jî di hevpeymaniya Kendavê de, dê bibe sedema derketina şer. Berpirsyariya wê jî di stûyê Amerîka û Brîtanyayê de ye.”

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!