Îran: Hebûna komên opozîsyona Îranê li Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin

.

Wezîrê Derve yê Îranê di peywendiyeke telefonî de ji hevtayê xwe yê Iraqî re gotiye, “Em ê êdî qebûl nekin ku ji aliyê komên ku li herêmê têne parastin ve bên tehdîdkirin.”

Malpera fermî ya Îranê îro Înê ragijhand ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên re êrîş û topbaranên vê dawiyê yên Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Li gor Malpera fermî ya Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê aniye ziman, “Piştî derbasbûna çar dehsalan, tevî sozên li dû hev ên berpirsên herêmê (Herêma Kurdistanê), mixabin çalakiyên grûpên çekdar ên terorîstî yên li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê ji axa herêmê (Herêma Kurdistanê) berdewam in.”

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan her wiha gotiye, “Tevî rêzgirtin û pabendbûna me ji bo pêşxistina peywendiyên di asta bilind de di navbera her du welatan de, weke ku rayedarên pilebilind ên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê teqez kirine, em berdewamiya destdirêjî û hewlên terorîstî yên grûpên niştecihbûyî li herêmê qebûl nakin.”

Roja Çarşembê 28ê Îlona 2022an Supaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê bi dron û mûşekan êrîşî ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşê de baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li nêzîk Pirdê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirguwêzê hatin armanckirin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir