Li Îranê di nav 6 mehan de herî kêm 34 girtiyên kurd hatine bidarvekirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji Newroza îsal ve heta niha, herî kêm 34 girtiyên kurd hatine bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, piraniya kesên ku hatine bidarvekirin, bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin.
Ew kesên ku hatine bidarvekirin; 12 li Ormiyê, 12 li Sine, 5 li Loristanê, 4 li Kirmaşanê û yek jî li Gîlanê bûne.