Îran li dijî pêkanîna Navçeya Aram e

Komara Îslamîya Îranê li Rojavayê Kurdistanê li dijî pêkanîna Navçeya Aram e.

Komara Îslamîya Îranê djî pêkanîna Navçeya Aram e li bakurê Suriyê .

Peyivdarê wezareta derve ya Îranê ragihand , hewlên Emerîkayê bo pêkanîna Navçeya Aram li bakurê Suriyê kareke istfzazî  û cihê dilgranîyê ye.

Ebas Musewî tekez kir ku ev karên Emerîkayê dibin sedema nearamîya navçeyê. Ji bilî wê jî destwerdane di karûbarên navxwe ya Suriyê de û sedema têkdana asayîşa navçeyê jî.

Peyivdarê wezareta derve ya Îranê got jî , reftarên Emerîkayê li bakurê rojhelatê Suriyê destidirêjîyeke eşkere ye bo ser yekparçeyî ya xaka Suriyê û serwerîya wî welatî û bi berevajî yasayên navdewlitî û peymanameyên Netewên Yekgirtî ye.

Li gor axiftina Mûsewî, divê nîgeranîyên Tirkiyê  derbarê ewlehîya wê li ser sînûrên bakurê Suriyê bi rêkeftna Suriyê li gel Tirkiyê bê çareser kirin û welatên din nabe dest bixin di nav evê pirsê de.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e