Îran li nav Kendavê amadekariya şerî dike

Supaya Pasdaran a Îranê, li nav ava Kendavê û nêzîkî tengeava Hurmizê, amadekariya her egereke rûbirûbûna serbazî dike û hefteya derbasbûyî, manoreke serbazî li navçeyê encam da.

Li gorî malpera RT a Rûsî, peyvdarê Supaya Pasdaran (Remedan Şerîf) gotiye: Manor di çarçoveya amadekariyê de bû, ji bo rûbirûbûna her eger û êrîşekê ku di Kendavê û tengeava Hurmizê de bê encamdan.

Berpirsên pilebilind ên Taranê, ev çendîn car in gefa wê yekê dikin, ku tengeava Hurmizê li ber çûnûhatina bazirganiya navdewletî bigirin, heger Amerîka astengiyan li ber firotina petrola Îranê çêbike.

Ji aliyekî din ve, Amerîka û hevpeymanên wê li navçeyê, kar ji bo mîsogerkirina azadiya çûnûhatina deryayî li tengeava navhatî dikin û hişyariyê didin Îran, ku heger tengeava Hurmizê bigire, wê Taran rastî siza û karevdanên tund bê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes