“Îran sedemê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e”!

Şêwirmendê asayîşa Netewî yê Amerîkayê ragehand, ku Îran sedemê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Şêwirmendê asayîşa Netewî yê Amerîkayê ragehand, ku Îran sedemê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.
Îro 25.06.2019ê Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê, Rûsya û Îsraîlê li paytexta Îsraîlê Orşelîmê civînek pêkanîn.


Civîn bi amadebûna serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ve pêk hat. Her sê aliyan gotûbêja rewşa ewlehiya Rojhilata Navîn û berfirehbûna hegemonyaya Îranê li Sûriyê nirxandin.


Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton di civînê de ragehand, Îran sedemê serekî yê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û piştevaniya milîsên terorîst û kiryarên wan ên qirêj dike.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton destnîşan kir ku Îran piştevaniya milîsên Iraqê, milîsên Ensarullah a Yemenê û Hizbullah a Lubnanê dike, herwiha hewl dide piştevaniya milîsên Afganîstanê yên dijî Amerîkayê bike.


Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Rûsyayê Nikolay Petroşev jî berevajî Bolton ragehand, Îran li gel Rûsyayê li Sûriyê şerê dijî terorê dike.


Şêwirmendê Rûsî, Îsraîl piştrast kir ku welatê wan rê nade Îranê bibe metirsiyê bixe ser wî welatî û ragehand: ‘’Em dixwazin Îsraîl di asayîş û aramiyê de be.’’

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes