Îran Ser Girjîya Sûrîye û Tirkîyê Banga Dîyalogê Dike

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ser girjîya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de banga dîyalogê kir.

Navenda Nûçeyan - Zarîf ji Twitterê da zanîn ku ew dikarin bo Sûrîye û Tirkîyê navbeykarîyê bikin.

‘’Gurbûna girjîyê bi tenê xizmeta berjewendîyên terorîstan û alîgirên wan dike.’’ Zarîf nivîsî.

Wî da zanîn ku divê dewlet ji serwerîya hevdu re rêzê bigirin û xwîn nerije.

Di nav hefteyekê de, hêzên Sûrîye û Tirkîyê du caran şer kirin.

Jêderên Tirkîyê radigihînin ku di şerê dawî de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Dengê Amerîka

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e