Îran tunelek mezin a mûşekî li Sûrîye dirust dike!

Kenala Fox News a Amerîkî belavkirîye, Îran mijûlî dirustkirina tunêlek mezin a mûşekî li Sûrîyê ye. Ligor zanyarîyan, ew tunêl nêzîkî bajarokê Ebukemal li rojhilatê Sûrîyê hatîye dirust kirin.

Navenda Nûçeyan- Armanca wan jî ew e, muşek û çekên giran tê de veşêrin.

Ev yek di demeke de ye, ku hefteya borî rojnameya NewYork Times eşkere kiribû, ku Îranê kogehek mezin ya mûşekan li Iraqê dirust kirîye.

Heman demê, welatên Kendavê di civîna xwe li Sûdîye, bal kişandin ser metirsîyên Îranê liser navçeyê û daxwaza rêgirtinê ji Civata Navdewletî kirin.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!