Desthilata Dadweriyê ya Îranê diyar kir, ti doz li xwendekar Ahû Deryaya ku xwe li zanîngehê tazî kiribû nehatiye vekirin û ew radestî malbata wê hatiye kirin.
Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Îranê Esxer Cîhangîrî diyar kir ku Ahû Derya ji ber ku nexweş bûye sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.
Li gorî gotina Esxer Cîhangîrî Ahû Derya li xwe mikur hatiye ku nexweş e radestî malbata wê hatiye kirin.
Esxer Cîhangîrî bi berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Ahû Derya aniha li cem malbata xwe ye û li wir tê tedawîkirin û ti doz jî li ser wê nehatine vekirin.
Xwendekara Zanîngeha Azad Ahû Deryayî roja 2yê Çiriya Paşîn li kampusê xwe tazî kiribû û ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatibû desteserkirin.
Hatibû îdiakirin ku wê xwendekarê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û biryara hîcabê xwe tazî kiriye.
Vîdeoyên xwendekarê di torên medyaya civakî de gelekî belav bûbûn.
Medyaya nêzîkî mixalefeta Îranê îdia kiribû ku wê xwendekarê ji ber hîcab nedaye serê xwe rastî êriş û şkenceya hêzên Besîc û ewlehiya Îranê hatiye.
Her wiha piştî wê êrişê, xwendekarê hemû cilên xwe ji xwe kirine û li kampusa zanîngehê û li stasyona metroyê rûniştiye.
Birêvebiriya zanîngehê jî îdia kir ku ew xwendekar “nexweş e.”
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Îranê (Amnesty Iran) jî li ser bûyerê daxuyanî belav kiribû.
Amnesty Iranê bangî berpirsên Îranê kir ku van îdiayan bi awayekî serbixwe û bêalî lêkolîn bike û xwendekar di dema binçavkirinê de ji şkence û miameleya xerab bê parastin û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne