Îranê 4 ciwanên Kurd ên siyasî bidarve kirin

.

Hate ragihandin ku îro 29ê Çile danê sibehê, li girtîgeha bajarê Qerej a Xezelhesarê 4 girtiyên Kurd ên siyasî hatin darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandin, girtiyên Kurd ên bi navên Mohsen Mezlûm, Muhamed Faramarzî, Wefa Azerbar û Pejman Fatehî îro sibehê hatin îdamkirin.

Her çar girtiyên siyasî yên Kurd roja Sêşemê bo bên înfazkirin ji girtîgeha Evîn bo girtîgeha Hesarê hatibûn veguhestin û cara dawî bi malbatên xwe re hevdîtin kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê di demên dawî de, rojane girtiyên Kurd îdam dike. Ji bo her çar girtiyên Kurd neyên îdamkirin çend roj in kampanye hatibûn destpêkirin lê dîsa jî cezayê wan ê nerewa hate sepandin.

Li gorî Hengawê her çar girtiyên Kurd beriya cezayê wan bê înfazkirin rastî tehde û îşkenceyên hêzên îranê hatine.

Li gorî zanyariyên Rêxistina “Hengaw” a Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ew her 4 ji 19 mehan ve girtî ne û ji mafê parêzeriyê bêpar bûn. Tenê duhî 28 Çile ji bo cara yekem û dawî rê ji malbata wan hat dayîn ku kurên xwe li zîndana Ewîn a Tehranê bibînin û piştre rasterast ji bo cibicîkirina cezaya bidarvekirinê, ji bo zîndana Qizilhesarê ya bajarê Kerecê hatin veguhastin.

Şaxa 26’an a Dadgeha Tehranê bi tometa “hebûna pêwendiya wan a sêxuriyê bi Mossada Îsraîlê” re, roja 18ê Îlona 2023an cezaya bidarvekirinê li wan her çar girtiyên siyasî yên Kurd birî.

Lê rêxistina “Hengaw” dibêje, li gorî pîvanên navxweyî yên Îranê jî, kêmtirîn pîvanên dadgehkirineke şefaf û dadperwerane di dosyeya wan de nebû û mafê wan ê parêzgeriyê nebû, ji ber wê di dosyeya tomtbarkirinê û darizandina wan de, nezelalî heye.

Herwiha malbatên wan 4 ciwanam jî tohmetên Desthilata Dadwerî, dadgeh û hêzên ewlehiyê yên Îranê red kirin ku kurên wan destê wan di sîxuriyê de hebe.

Ciwana Teymesî ku hevjîna Muhsen Mezlûm e got, malbatên wan 4 ciwanan 19 meh in ji hevdîtina kurên xwe hatine qedexekirin û tometa sîxuriya Mossadê jî, sînaryoyeke hêzên ewlehiyê yên Îranê ye.

Herwiha got, ew her 4 di çend mehên zindanê de û di bin eşkenceyên giran de, neçar bûne ku li wan tometan mikur bên û li televîzyonên Îranê weşandin, da ku biryara dadgehê veşêrin.

Li gor zanyariyan, ew 4 ciwanên Kurd endamên Komeleya Şoreşger a Kurdistana Îranê bûne û roja 22ê Hezîrana 2022an li gundê Yengeceyê yê ser bi devera Somaya Biradost a parêzgeha Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Ji bo hinartina petrolê pêdivî bi dengdanê heye
Arif Qurbanî: Kurdan dîsa xwe xapand!
Nêçîrvan Barzanî: Silêmanî bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê
Selîm Cibilgrawî: Gelê Kurd û Siyaseta Kolonyal a Tirkiyeyê: Nirxandineke Rexneyî
Weşanên DOZê 4 berhemên nû çap kirin