Navenda Nûçeyan- Elî Memlûk, roja 5ê Berfanbara 2019an, di serdaneke çaverênekirî de, gihiştibû bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê û li gel 27 kesayetên dîyar ên eşîrên Ereb kom bûbû. Memlûk di wê kombûna xwe de daxwaz ji eşîrên Ereb kiribû ciwanên xwe ji nav rêzên Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) derxînin.
Piştî vê kombûna ku alîyên Kurdî weke zenga agahdarkirinê dibîne, çend roj berî bi dawîbûna sala 2019an, şandeke eşîrên Ereb, li ser daxwaza wî welat bo Tehranê hatin vexwendin û li gel Elî Ekber Wîlayetî, rawêjkarê sereke yê Elî Xaminêyî, kom bû.
Di girtevîdeoyeke wê civînê de, serokê Eşîra Elmamre, Feysel el Azl dibêje, “Amerîkayê projeyek derbarê rojhilatê Sûrîyê de heye û ji bo cîbicîkirina wê projeyê jî hevkarîya HSDê dike.”
Li gor zanyarîyan, her yek ji Newaf Salih el Beşar ji eşîra Şerabî, Mehmûd Mensûr el Akub ji eşîra Herb, Xetîb el yas el Telleb ji eşîra Ebû Asî, Feysel El Azil ji eşîra Elmamre ku ev çendîn car ji alîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatibûn desteserkirin, di nav wê şandê de bûne.
Piranîya wan serok eşîrên Ereb ku bo îranê hatibûn vexwendin, herî kêm endamên wan li nav HSDê de ne. Piranîya endamên Ereb ên li nav rêzên HSDê ji eşîra Şeîtatê ne ku sala 2014an li ser destê DAIŞê hejmareke zêde ji wê eşîrê hatibûn komelkujkirin.
Tê pêşbînîkirin bangkirina eşîrên Ereb bo Tehranê, peywendî bi kombûna Elî Memlûk hebe, ji ber ku Memlûk di rêveberîya Sûrîyê de kesekî weke ser bi Îranê ve tê dîtin.
Mamosteyê Zanîngeha Firat, akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn, dibêje kombûna Memlûk li gel eşîrên Ereb bê encam maye û dîyar dike, “Beşek ji eşîran berşdarî kombûna li gel Memlûk nebûn, taybetî jî ew ên ku karîgerîya wan heye. Piranîya ew ên ku beşdarî civînê bûn jî yan birayek an jî kesek ji wan di nav grûpên opozisyona Sûrîyê de hene.” Dr. Ferîd dûr dibîne ku eşîrên Ereb şîyana wan a berengarbûna HSDê hebe.
Dawîya Cotmeha sala derbasbûyî, Beşar Esed, Serokê Sûrîyê, li gel du kenalên Sûrî ragihand ku ew artêşa xwe bi mebesta şerê li dijî Amerîkayê naşîne bo rojhilatê Sûrîyê lêbelê amaje bi ‘berengarbûna cemawerî’ kir li dijî Amerîkayê.
Beşar Esed, 16ê Mijdarê derbasbûyî jî, di hevpeyvîneke li gel kenalê RiT24 ê rûsî ragihand, hebûna Amerîkayê li Sûrîyê dê rastî ‘berengarbûneke serbazî’ bê ku dê di encamê de Amerîka zîyaneke mezin jê dibîne û neçar dibe ku Sûrîyê bicî bihêle.
Mantiqî ye eger Beşar Esed xwe ji şerê Amerîka li rojhilat û bakurê Sûrîyê dûr bigire, lê heta çi astê mantiqî ye ku eger bîr li rûbirûbûna çekdarî li dijî Amerîka be?
Rêvebirê Navenda Furatê ya bo lêkolînên sîyasî Dr. Silêman Elyas dibêje Sûrîyê di meseleya birêvebirina şerê çekdarî ya dijî Amerîkayê de ezmûnekî dirjêj heye û hejmareke zêde ya xwebexşên cîhadî bo parêzgehên Iraqê bi hincete rûbirûbûna “dagirkerîya Amerîkayê” şand.
Dr. Silêman Elyas got: “Rejîm dawî kerta xwe bikar tîne di meseleya handan û rûbirûbûna vê yekê de û tişteke din di destê wê de nemaye.”
Ligel vê yekê akademisyenê Kurd hewldanên berpirsên Sûrîyê bi hesas pênase dike û dibêje: “Rejîmê ew çavkanîya hêzê nîne ku bikare karîgerî li ser îradeya HSDê dirust bike. Min ne bawere rejîm bi handana hozan li dijî Amerîkayê bikare serbikeve, çimkî şer civaka Sûrîyê westandîye.”
Di raperîna Qamişlo ya di sala 2004ê de dema ku rejîmê zanî nikare rê li ber raperînê bigire, xelkê Dêre Zor û eşîrên Ereb li dijî Kurdan çekdar kir.
Cîgire Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê ji Rûdawê re got ku hikûmeta Sûrîyê ji bo şer di navbera pêkhateyan de rû bide sîyasete perçekirinê birêve dibe û li hinek navçeyan biserketîye lê li hinke navçeyan hewldanên wê bê encam mane. û wiha pê de çû: “Hemû hewlên wê bo kontrolkirina herêmên Rêveberîya Xweser ên li jêr destê Amerîkayê de ye. Çimkî rejîm nikare rasterast civakê li dijî Amerîkayê han bide.”
Biryara Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê û piştre vegera wê ya ji bo parastina bîrên petrolê behsa çend senaryoyên cuda hatin kirin. Yek ji wan senaryoya ew e ku Amerîka hewl dide petrola Rojavayê Kudistanê bi rêya Tenefê bigihîne sînorê Urdun û bi wê yekê bi Kendava Aqebeyê veguhezîne. Ji ber vê yekê her êrişeke serbazaî li ser Amerîkayê li Sûrîyê, xizmeta vê senaryoyê dike.
Dr. Ferîd Sedûn di wê bawerîyê de ku meseleya rûbirûbûna Amerîkayê ne gotina niha ya hikûmeta Sûrîyê ye, çend salên ev pirs di rojeva Şamê de ye û dibêje: “Berî du salan min li ser televîzyona fermî ya Sûrîyê gor Sûrîye nekare şerê Amerîkayê bike. Divê bi mantiqî gotûbêj li ser vê pirsê werin kirin. Serokê Sûrîyê bi eşkere got ku ew nikarin şerê Amerîkayê bikin. Divê mirov rastîyê bibîne, di şerê ligel Amerîkayê de Sûrîyê dê têk biçe.”
Piştî rûxandina rejîma Sedam Hûsên, dewleta Sûrîyê hemû hêza cîhadî ya xwebexş bo Iraqê şand daku li Amerîkayê bide, lê bi gotina Sedûn vê taktîkê ti karîgerî nekir.
Li Rojavayê Firatê li herêma Ebukemal û Tenefê hêzên Amerîkî û milîsên Îranî li beramberî hev rawestîyane. Her êrişek li ser Amerîkayê van milîsên Îranê dike hedefa Amerîkayê.
Dr. Ferîd Sedûn derbarê vê mijarê de dibêje: “Amerîka dixwaze petrola rojhilatê Firatê ji Rimêlan, Şedadî û Elomeranê bigihîne ser deryayê. Tenê yek rê li ber Amerîkayê maye û ew jî dirustkirina xeta borîyê ji Rimêlan bo Heseke, Hol, Buseyra û piştî çemê Firatê li Ebukemale ligel sînorê Iraqê bigihêje Tenef û Urdun. Ji bo vê yekê jî divê milîsên Îranê û Heşda Şeibî li Ebukemalê bi awayeke mayînde were derkirin. Herwiha divê rojavayê Firatê jî bikev jêr destê HSDê. Her erîşeke serbazî ya li dijî Amerîkayê rê ji zimana vê yekê re xweş dike.”
Rûdaw