Îranê bi fermî ragihand: Li Sûriyê hebûna me ya leşkerî nîne

.

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî, ragihand ku heta ketina rejîma Esad jî şêwirmendên wan ên leşkerî li Sûriyê hebûn, lê piştî ruxandina rejîmê ti hebûneke wan a leşkerî li Sûriyê nameye.

Selamî di civîna ji çapemeniyê re girtî ya Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê de li ser rewşa Sûriyê û êrîşên Îsraîlê nirxandin kir.

Li gorî medya Îranê Selamî gotiye, piştî hilweşîna rejîma Esad ti hebûneke Îranê ya leşkerî li Sûriyê nemaye û diyar kir ku ew rûdan û geşedanên li Sûriyê diqewimin ji nêzîk ve dişopînin.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Muhaceranî jî daye zanîn, ji ber bêkêriya artêşa Sûriyê û nemane vîna wê ya şer guhertina rejîmê li Şamê çêbûye û ew ê dê niha jî bi hemû aliyên Sûriyê re di nav pêwendiyê de bin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'