Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir: 4 welatî şehîd bûn

.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, û li navçeyên Pîrzîn û Bineslawayê yên Hewlêrê îşev dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.

Di encama êrişa mûşekî ya şeva borî li ser bajarê Hewlêrê de, 4 sivîl şehîd bûn û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Encama çend êrişên mûşekî yên derengiya şeva Duşemê (15.12.2024) li ser Hewlêrê de, 4 sivîl şehîd bûn û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, Hewlêr aram e û hêzên asayiş û polîs hemû amadekariyên xwe bo her rewşeke nexwestî kirine û dê di xizmeta welatiyan de bin.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku êriş tenê ji yek alî ve nehatine kirin û ji gelek aliyan ve hatine encamdan.

Piştî êrişan, li Konsulxaneya Amerîkayê dengê sîrenan hat bihîstin.

Yekem daxuyaniya parêzgarê Hewlêrê

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî êrişan got, “Hewlêr naheje, nalerize û natirse.”

Umed Xoşnaw herwiha da zanîn ku ew dê piştî zelalbûnê hejmara qurbaniyan eşkere bikin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha êrişan îşev wekî êrişên terorîstî pênase kir û got, “Ev karekî terorîstî û nemirovî ya li dijî Hewlêrê ye.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Êrişî sivîlan hat kirin

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrişa Îranê li Hewlêrê de belav kir û tê de diyar kir ku Îranê sivîl bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê Supaya Pasdaran a Îranê îşev saet demjimêr 23:30an bi çend mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir û got:

“Pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên mixalefeta Îranê bûye.

Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Di heman demê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got:

 “Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Pentagonê têkildarî êrişa Îranê daxuyanî da 

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re ragihand ku haya wan ji êrişên Supas Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê heye.

Li aliyê din du berpirsên Amerîkayî got ku ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne armanc.

Her du berpirsên Amarîkayî bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin ji Reuterê re axivîn.

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişên mûşekî de, zerer ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî bi rêya maîlê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda da.

Pentagon ragihand ku haya wan ji êrişên mûşekî yên Supas Pasdaran a Îranê yên Hewlêrê heye lê zanyariyên berfireh di destê wan de nîne.

Mesrûr Barzanî: Divê Bexdayê helwesteke tund li hemberî binpêkirinan hebe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û ew êriş wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir.

Mesrûr Barzanî got:

“Hewlêra serbilind careke din bûye armanca êrişên mûşekên Supay Pasdaran a Îranê. Mixabin di encama vê êrişa nemerdane de sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.

Ez hêvî dikim ku Xwedayê mezin şehîdan bi biheştê şad bike û birîndar jî di zûtirîn dem de derman bike. Em vê tawana li beranberî gelê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha bangî hikûmeta Bexdayê kir û got:

“Ez ji hikûmeta federal dixwazim helwesteke tund li beramberî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê nîşan bide.”

Mesrûr Barzanî herwiha ji civaka navdewletî jî xwest ku li hemberî zordariya li ser xelkê Kurdistanê dengê xwe derbixe û got:

“Di rojên pêş de em dê li gel civaka navdewletî di nav pêwendiyan de berdewam bin daku bi dawî li êrişên hovane yên li ser xelkê bêguneh ên Kurdistanê bîne.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir