Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, duh li deverên Bane û Pîranşar ên Rojhilata Kurdistanê pasdarên Îranê dîsa êrîşî kolberan kirin.
Li gorî agahiyan, di encama êrişan de kolberek li Banê û du kolber jî li Pîranşarê birîndar bûn. Tê gotin ku birînên wan kûr in.