Îranê careke din ava Zapê qut kir

.

 Îran tevî rêkeftinên navdewletî ava Zapê ya Biçûk ku ji Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) derdikeve û derbasî Herêma Kurdistanê dibe, qut dike û di dabînkirina ava vexwarinê ya navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê de pirsgirêk derdixe.

Rêveberê “Projeya Ava Xas” li Pişderê Marîf Mehmûd ji K24ê re diyar kiriye, Îranê ava Zapê ya Biçûk qut kiriye.

Mehmûd daye zanîn, av gelekî kêm bûye û got ku navçeya Qeladizê jî ji ber vê yekê bandoreke neyînî dîtiye.

Xabûr, Zapa Mezin, Zapa Biçûk û Sîrwan ku bi çemê Dîcleyê re digihêjin hev, çemên girîng ên herêmê ne.

Çemên ku ji Rojhilat ber bi Herêma Kurdistanê diherikin, ji ber bendavên ku Îranê li ser ava kirine, di bin metirsiya zuwabûnê de ne.

Ji aliyekî din ve, Îranê berî niha bêyî ku hincetekê nîşan bide ava çemê Zapê yê Biçûk ku di nav navçeyên Silêmaniyê re derbas dibe û ber bi navçeyên hindirê Kerkûk û Iraqê ve diherike, qut kiribû.

Hat ragihandin ku ji ber qutbûna avê, nêzî 90 hezar kes li navçeya Qeladizê bê av mane û gelek masî û çandinî jî zirar dîtine.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e