Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê cezayê îdamê yê çalakvana Kurd Pexşan Ezîziyê pesend kir.
Emîr Reîsiyanê parêzerê Pexşan Ezîziyê da zanîn ku îro biryara Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê ya derbarê pesendkirina cezayê îdamê yê Pexşan Ezîziyê ji wan re hatiye ragihandin.
Emîr Reîsiyan ragihand ku Pexşan Ezîzî ne endama komên çekdarî ye û çalakiyên çekdarî nekirine.
Emîr Reîsiyan biryara Dadgeha Tehranê û Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê wekî “li dijî bingehên darizandina dadmend bi nav kir.
Parêzerê Pexşan Ezîziyê her wiha destnîşan kir ku ew dê daxwaza pêdaçûnê li ser biryarê bikin.
Pexşan Ezîzî sala 1984an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Pexşan Ezîziyê beşa Karê Civakî li zanîngehên Tebrîz û Tehranê qedandiye.
Ew 4ê Tebaxa 2023yan dema bi malbata xwe re li Tehranê bû, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin û li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tohmeta çalakiya çekdarî ya li dijî desthilata Îranê hat darizandin û cezayê îdamê lê hat birîn.
Pexşan Ezîzî piştî destpêka şerê DAIŞê çû serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê û di kampên penaberan de wekî karkerê civakî, bi taybetî alîkariya jin û zarokan kiriye.
Hejmarek rêxistinên navneteweyî yên alîkariya koçberan di nameyekê de ji bo dezgeha dadê ya Îranê piştrast kiriye ku Pexşan Ezîzî alîkariya mexdûrên şer kiriye.
Li gorî wan agahiyên ku ji malbata Pexşan Ezîziyê gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, wê di dema lêpirsîn û dadgehê de, ew tomet red kirine û wekî çalakvaneke serbixwe di warê civakî û mafên jinan de çalakî kirine.