Îranê di 20 rojan de 95 kes îdam kir

.

Li gorî amarên Rêxistinê Mafên Mirovan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê ji 1ê Cotmehê heta 20ê wê zêdetirî 95 kes li girtîgehên cuda cuda bidarve kirin. Bi vê jimarê re her rojê 5 kes hatine îdamkirin.

Herî dawî Sadiq Xurşîdî yê temen 32 salî 17ê Cotmehê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê, Ceifer Ferahanî yê temen 36 salî li girtîgeha bajarê Nêyşabûrê, Mecîd Cemalî û jinek ku nasnameya wê nehatiye zanîn 18ê Cotmehê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê, Îrec Şebdîz ê temen 40 salî û Elî Ehmedzade yê temen 47 salî 20ê Cotmehê li girtîgeha bajarê Gurganê hatin bidarvekirin.

Dîsa Kiyanûş Kêyferî 19ê Cotmehê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê û Mihemednebî Papilzêhî jî li girtîgeha bajarê Zahidanê, hatine bidarvekirin.

Tenê 17ê Cotmehê roja Çarşemê jî 12 kes li girtîgeha Qizilhisar a bjarê Kerecê hatin bidarvekirin.

Li gorî van amaran, ji 1ê Cotmehê heta 20ê Cotmehê zêdetirî 95 kes li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin û li gorî vê her rojê 5 kes hatine bidarvekirin.

Hêjayî gotinê ye, dibe ku amara îdaman hîn zêdetir be ku nehatine ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir