Îranê di 3 mehan de 230 kesan darve kir

.

 Hate ragihandin ku rejîma Îranê li Rojhelatê Kurdistan û Îranê, di sê mehên dawî de 230 kesan darve kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê amarên bidarvekirinê (Îdam) yên îsal ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.

Rêxistinê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanl di sê mehan de 230 kes hatine darvekirin. Rêxistinê da zanîn ku tenê meha borî 59 kes hatine darvekirin.

Li gorî rêxistinê, di sê mehên ewil ên îsal de 230 kes bi hincetên curbicur hatine darvekirin ku 222 kes ji wan mêr in û 8 ji wan jî jin in.

Her wiha rêxistinê diyar kir ku ji 59 kesên ku tenê meha borî hatine darvekirin yek jê Kurd bûye, 7 Belûç û 3 jî Efxan bûne. Her wiha ji van 59 kesan 54 kes mêr û 5 jî jin bûne.

Rêxistin diyar kir ku ev kes, bi tawanê pêwendîdar bi madeyên hişber û kuştina bi qest hatine darvekirin.

Li gor par, darvekirin 2 qat zêde bûne

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku rêjeya darvekirinê li gorî heman dema par 2 qatan zêde bûye ku par di sê mehên ewil de 110 kes hatibûn darvekirin.

Di 58emîn rûniştina Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di çend hefteyên borî de hat lidarxistin de, nûnerên piraniya welatan di derbarê zêdebûna hejmara darvekirinan de hişyarî dabûn Îranê.

Raportora NY ya ji bo rewşa mafên mirovan a Îranê Mai Sato di derbarê darvekirinên rejîma Îranê de got: "Dibe ku heta dawiya 2025an li Îranê zêdetirî hezar kesan bên darvekirin."

Kurdistan Haberleri

PWK: Em desteserkirina  rêvebirê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad Şermezar Dikin
Mehmet Dîcle: Em dê dan û standina di nav nivîskarên Kurd de bihêz bikin
Kela Dimdimê: Şaneşîn Performans çîrokeke berxwedanê tîne ser dikê
Huseyîn Çelîk: Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e
Ehmed Şera birayê xwe kir Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê