Îranê di meha borî de 12 hemwelatiyên kurd darve kirine

.

Rêxistina Komelgeha Mafên Mirov a Kurdistanê, amara girtin û darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye û ragehand: “Di meha borî ya îsal de li Rojhilatê Kurdistanê 12 hemwelatiyên kurd hatine darve kirin.”

Rêxistina Komelgeha Mafên Mirov a Kurdistanê herwaha aşkera jî kiriye, di meha borî de zêdetir ji 63 hemwelatî û çalakvanên kurd ku 4 ji wan jin bûn, ji aliyê wezareta îstîxbaratê ya Îranêve hatine bang kirin, yan hatine girtin.”

Herwaha diyar kiriye: “Di wê mehê de, bi tometên bê bingeh, bi giştî cezayê 14 û 11 meh girtin ji bo 4 çalakvanên medenî û xwazaparêz hatine sepandin.”

Li gor amarên mehane yên Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, di meha Kanûna îsal de, 9 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin û 166 kes ji aliyê Wezareta Îtilaata Îranê ve hatine gazîkirin û yan jî hatine girtin ku 7 ji wan jin in.”

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê