Çavkaniyên xwecihî li Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê ragihandin, ku welatiyekî Kurd ê bi navê Mihyedîn Îbrahîm ku niştecihê gundê Alkawiyê yê ser bi bajarê Şinoyê ve, ji aliyê dadgeha Îranê ve cezaya sêdaredanê bi ser de hate sepandin.
Li gora çavkaniyên xwecihî, roja Yekşemê rûniştineke din a dadgehîkirina girtiyê Kurd Mihyedîn Îbrahîm, li Dadgeha Şoreşê ya Şaxa Urmiyê birêve çûye û bi tohmeta alîkarîkirin û endambûna partiyeke Kurdistanî, dadgehê biryara sêdarkirinê li wî birriye.
Mihyedîn Îbrahîm 41 salî û zewicî ye û di sala 2017an de dema ku kolberî dikir li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Iranê teqe li wî û hejmarek kolberên din kiribûn û ew bi birîndarî hatibû girtin.
Herwiha Mihyedîn Îbrahîm berî niha du caran bi tohmeta hebûna peywendiyan li gel partiyên Kurdî yên Rojhilata Kurdistanê hatiye girtin.