Malpera Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê HENGAW ragihandîye, îro danê sibê girtîyekî kurd bi navê Keywan Rezaqulî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hat bidarvekirin.
Ew girtîyê kurd, 43 salî bû û sala 2016 bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.