Îranê ji Iraqê xwest rê li çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bigre

.

 Di civîna wezîrên derve yên Îran û Iraqê de li Tehranê, Îranê ji Iraqê xwestiye ku rê li çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînor bigire.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên duh Duşembê 29ê Tebaxê bi serdanekê gihîştibû Tehranê û îro bi hevtayê xwe yê Îranî Husên Emîr Ebdullahiyan re hevdîtin pêk anî.

Wezareta Derve ya Îranê de ragihandiye, di hevdîtina navbera Fuad Husên û Husên Emîr Ebdullahiyan de, mijara partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakiyên wan bûye rojev û Îranê daxwaz ji Iraqê kiriye ku rê li ber çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî bigire.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di civîna navbera Husên Emîr Ebdullahiyan û Fuad Husên de hevkariya herdu welatan di warê ewlehiyê de û bi taybet rêgirtin li çalakiyên “komên dijber, cudaxwaz û terorîst” di nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê de û hin navçeyên sînorî hatiye gotûbêjkirin.

Îran di salên bihorî de jî gelek caran daxwaz ji hikûemta Iraqê kiribû ku rê li çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bigire û bo wê yekê gelek zext li Bexdayê kirine.

Ew daxwaza Îranê ji hikûemta Iraqê di demekê de ye ku heftiya bihorî her du aliyên partiyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDKÎ bi fermî bûne yek û ragihandin, ji niha pê ve ew dê di nava refa partiyekê de û li ser navê HDKÎ xebatê bikin.

Sekreterê Giştî yê HDKÎ MIstefa Hicrî piştî yekgirtina herdu aliyên Demokrat ji Rûdawê re ragihand, “Di bin zexta Îranê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji me kiriye ku em pêşmergeyên xwe ji navçeyên sînor vekişînin, lê pêşmergeyên me hêj li navçeyên sînorî ne.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di serdana xwe ya bo Îranê de, bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re jî civiya.

Îbrahîm Reîsî di vê hevdîtinê de diyar kir, li Iraqê ewlehî û aramî tenê bi rêya diyaloga di navbera aliyên siyasî yên wî welatî de û li ser esasê Destûrê tê dabînkirin.

Serokkomarê Îranê, behsa danûstandinên navbera Îran û Siûdiyê bi nabeynkariya Iraqê kir û got, ew danûstandin “bi sûd in” û diyar kir, eger rêkeftinên berê bêne cîbicîkirin, dê rê ji bo baştirbûna têkiliyan xweş bibe.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir