Îranê sînorên Başûr topbaran kir – Kuştî û birîndar hene

Îranê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê da ber topan, herî kêm sivîlek hat kuştin û çend sivîl jî birîndar bûn.

 
Îranê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê da ber topan, herî kêm sivîlek hat kuştin û çend sivîl jî birîndar bûn.
Îro danê nîvro pasdarên Îranê bi behaneya hebûna pêşmergeyên Rojhilatî, deverên Berbizin, Helgord û Kêlaşîn yên Başûrê Kurdistanê, ku li ser sînorê Rojhilat in, da ber topan.


Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de keçikek bi navê Zeytûn Qadir hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Kuştî û birîndar hemû endamên malbatekê ne. 


Ji aliyekî din, tê gotin ku Îranê dest bi topbarankirina devera Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê jî kiriye.
Duhî li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê sê pasdarên Îranê ji aliyê pêşmergeyên Rojhilatî ve hatibûn kuştin. Piştî wê rûdanê fermandeyekî pasdaran gefa tolvekirinê li pêşmergeyên Rojhilatî xwaribû.
 
 
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne