Îranê yekemîn xwepêşander bi darve kir

.

 Desthilata Dadê ya Îranê ragihand, xwepêşanderek bi navê Muhsin Şikarî ku meha Îlonê di xwepêşandanekê de li Tehranê hatibû girtin û bi “Muharebe” anku “dijatiya ligel Xwedê” hatibû tohmetbarkirin, îro serê sibehê hatiye bidarvekirin.

Ajansa Mîzan a Desthilata Dadê ya Îranê ragihandiye, dadgehê biryara darvekirinê derbarê wî ciwanî de dabû û piştî ku îtîraza wî ya li dijî biryara dadgehê ji aliyê Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê ve hat redkirin, îro Pêncşembê 8ê Kanûna 2022an biryara darvekirinê hat cîbicîkirin.

Ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve jî ragihandiye, Muhsin Şikarî ku di xwepêşandeke meha Îlonê de li Tehranê, cadeya Settarxan li ser trafîkê girtibû û bi derbên kêrê endamekê hêzên ewlekariyê birîndar kiribû, îro serê sibehê hat îdamkirin.

Li gor heman ajansê, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di îdianameyekê de Muhsin Şikarî bi “girtina cadeya Settarxan a Tehranê di 25ê Îlona 2022 de, serhildan, tirsandina xelkê bi çek û birîndarkirina Besîciyekî bi kêrê” tohmetbar kiribû û dadgehê bi fermî tohmeta “Muharebe” bi ser wî de sepandibû û biryara darvekirina wî dabû.

Muhsin Şikarî roja 25ê Îlona 2022 beşdarî di xwepêşandanekê de kiribû û heman rojê hatibû girtin. Li gor medyaya fermî ya Îranê, roja 1 Mijdarê Şikarî hatiye darizandin û cezayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Muhsin Şikarî yekemîn xwepêşanderê nerazîtiyên wê dawiyê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye, desthilata dadê ya Komara Îslamî ya Îranê heta niha cezayê darvekirinê bi ser 11 xwepêşanderan de sepandiye, ku yek ji wan Raperê navdarê Kurd Saman Yasîn ê ji Kirmaşanê ye.

Dayika Saman Yasîn di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji xelkê kiriye ku canê kurê wî rizgar bikin.

Dayika Saman dubêje, “Kurê min ji mafê parêzeriyê hat bêparkirin, ez ji gel û rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikim ku alîkariya kurê min bikin, kurê min hunermend e, ne îsyankar e, ez dayikek dilşikestî me, ji bo rizaya Xwedê bigihin hewara kurê min.”

Nerazîbûn û xwepêşandanên li Îranê û Rojilatê Kurdistanê piştî canjidestdana Jîna Emîn, keça Kurd a 22 salî ya xelka Seqizê dest pê kirin ku roja 13ê Îlona 2022an li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê ve hatibû desteserkirin û piştre di 16ê heman mehê de canê xwe ji dest dabû û 17ê mehê li bajarê xwe Seqizê hatibû veşartin. Bavê Jînayê dibêje, keça wî ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê roja Çarşembê 7ê Kanûna 2022an ragihand, ji destpêka xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve heta niha 473 kesên sivîl hatine kuştin, ku 64 ji wan temenê wan jêr 18 saliyê û zarok in.

Her li gor heman rêxistinê, di wê demê de 61 kes ji endamên hêzên emnî yên Îranê jî hatine kuştin.

Bi gotina wê rêxistinê, xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li 159 bajar û bajarokên Îranê hatine lidarxistin û tê texmînkirin ku 18 hezar û 227 kes hatibin desteserkirin ku navê 3 hezar û 600 kesan hatiye piştrastkirin.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'