Îran:Me sixûrekî Amerîkayê îdam kir

Hikûmeta Îranê îro roja sêşemê ragihand ku wan karmendekî Wezareta Berevanîyê bi gumana sîxûrîya jibo Amerîkayê îdam kirîye.

Berdevikekî Îranî ji Reutersê re got ku sîxurê tawanbarkirî Reza Asgarî, karmendekî berê yê Rêxistina Endustrîya Esmanî ya Îranî bû ku têkîlî bi Sazîya Navendî ya Îstîxbarata Amerîkayê danîbû.

Tehranê got ku Asgarî li wezareta berevanîyê di salên xwe yên dawî da bi CIA re têkilî danî û di derbarê mûşekên Îranî de agahdarî firot.

Nûnerê dadwerîya Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî got ku Asgarî hate destnîşan kirin, mehkûmkirin û cezayê mirinê li wî hate birîn."

Îsmaîlî herwiha eşkere kir ku Asgarî hefteya borî hatîye sedarê kirin.

Îranê di meha Hezîranê de jî gotibû ku wan tawanbarekî sîxûr, Celal Hacizavar hilawîstîye ku ew jî karmendê wezareta berevanîyê bû.

Wezareta îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku wan saleke berê xeleka sîxûrîya Amerîka têk birine û 17 hemwelatîyên Îranî ku bo CIA dixebitîn, desteser kirine.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e