Berî niha jî çavkaniyekê ragihand ku, xwepêşandan gehîştine Semawê, 90 karmenên hêzên ewlehiyê û 75 welatiyên sivîl di xwepêşandanê de birîndar bûn.
Îro li Besrayê jî 4 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlehiya Iraqê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn, ev yekem car e ku, hêzên ewlehiya Iraqê gaza firmêskrêj li dijî xwepêşanderan bi kar anî.
Herwiha li Dîwaniye û Babilê jî xwepêşandan û ji ber gule berdana hêzên ewlehiyê, li Dîwaniye 10 xwepêşander birîndar bûn.