“Iraq ber bi şerekî metirsîdar ve diçe!”

Pisporekî sîyasî dibêje, Iraq ber bi şerekî metirsîdar ve diçe û Amerîka jî li hember êrişên li ser balyozxaneya xwe bêdeng namîne.

Navenda Nûçeyan- Pisporê sîyasî Karox Xoşnav, li ser rewşa Iraqê ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, mixabin rewşa Iraqê gelekî aloz û metirsîdar e. Bi texmîna min eger pêşîya alozîyan neyê girtin, Iraq dê bikeve nav şerekî metirsîdar.

Karox Xoşnav li ser êrişa alîgirên Heşda Şeibî li ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê jî gotîye, li gorî qanûnên navdewletî balyozxaneya her welatekî xaka wî welatî tê hesibandin, ji ber wê jî Amerîka dê li hember wan êrişan bêdeng nemîne.

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e