Li gorî nûçeyeke Rûdawê Rêveberê Ofîsa Ragihandinê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ebdulmelîk Husênî got, "Serokê Parlamentoya Iraqê derbiriye ku ew hebûna hêzên çekdar li ser xaka Iraqê qebûl nakin û Iraq amade ye li dijî PKKê bi Komara Tirkiyeyê re hevkariyê bike."
Husênî herwisa li ser vê hevkariyê anî ziman ku ev karê hikûmeta Iraqê ye û me bi berpirsên Tirkiyeyê da zanîn ku berpirsên Iraqê bi erênî li vê meseleyê dinêrin.
Hat gotin ku Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku ew piştgiriyê dide çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di roja 15ê Adara 2018 de serdana Tirkiyeyê kiribû û bi rayedarên payebilind ên wî welatî re kom bûbû.