Iraq: Me bi BPê re li ser petrola Kerkûkê peymanekî mezin çêkir

.

Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani ragihand ku Iraqê bi Brîtanyayê re ji bo 4 sehayên petrola Kerkûkê, ji bo zêdekirina hilberîna petrolê peymanekî mezin çêkirine.

Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani ji bo ajansa Reutersê ragihand ku Iraq û British Petroleum (BP) di navbera xwe de peyman îmza kirine û wê di hefteya ewilî ya meha Sibatê de, di 4 sehayên petrolê û sehayekî gazê de dest bi xebatê bikin.

Hayyan Abdulgani her weha got ku wê rojane hilberîna petrola Kerkûkê 150 hezar varêl zêdetir bibe.

BP, ji sala 1920an heya niha li Kerkûkê dixebite û BPê gotiye ku li Kerkûkê û dora Kerkûkê niha 9 milyar varêl petrol heye.

Peymana petrolê jî di çarçova seredana serkwezîrê Iraqê Sûdanî ku seredana Brîtanyayê kir, vê peymanê îmza kirin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'