Îraq: Me drona Tirkiyeyê xist xwarê

.

Sîstema parastina asmanî ya Îraqê ragihand ku wan drona Tirkiyeyê xistiye xwarê.

Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê dronek ketiye xwarê.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihandibû ku ev dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îraqê ve hatiye xistin lê ew nizanin bê ya kê ye.

Ya Tirkiyeyê ye

Sîstema parastina asmanî ya Îraqê ragihand ku ew dron a Tirkiyeyê ye.

Hat ragihandin ku ew dron bêyî ku destûra wê hebe li asîmanên Kerkûkê firiyaye û Îraqê jî ew daye erdê.

Hat zanîn ku ew drona Tirkiyeyê bi 4 guleyên balafirşikên hatiye xistin.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin