Iraq…Amerîkayê hêzeke mezin şande Enbarê

Artêşa Amerîkayê hêzeke mezin a welatê xwe şande sînorê parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê.

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya malpera Sumerîye News a Iraqê, hêza Amerîkî ji 500 wesayîtên cuda yên leşkerî pêkhatîye û ew wesayîtên leşkerî ku hîn hejmara leşkerên têde ne dîyar e, ji Urdinê ve ji binkeyê leşkerî yê Eyn Esed a Iraqê re hatine şandin.

Binkeyê leşkerî yê Eyn Esed binkeyekî leşkerî yê Iraqê ye û dikeve sînorê bajarokê Bexdadî ya ser bi Hît a parêzgeha Enbarê. Naha ew binkeyê leşkerî ji alîyê artêşa Amerîkayê ve tê bikaranîn û binkeyê herî mezin ê Amerîkayê ye li Iraqê.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e